TR KU SO
FB X
Cîhan

Pelosi bang li Fîlîstîn û Îsraîlê kir: “Agirbesê ragihînin”

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2021 02:03

PeyamaKurd – Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancu Pelosi ragihand ku jimara kuştiyan ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê zêde bûye û divê di navbera wan de agirbes bê kirin. Pelosi ragihandina xwe bi awayekî nivîskî kir û got ku mafê Îsraîlê heye xwe li hemberê Hamasê biparêze û wê desteka Amerîkayê bo Îsraîlê her wext dewam bike. Pelosi weha got:

“Heftekî zêde ye ku şer heye û aşkeraye ku pêdivî bi agirbesekî heye. Bo şiddet bi dawî bibe, bo li mafên Fîlîstîniyan û Îsraîliyan rêz bê girtin, divê her dû teref hewlên baş bidin.”

Pelosi her weha got ku divê rêya çareseriyê ya herî baş avakirina du dewletane.

Parve bike: