TR KU SO
FB X
Cîhan

Pelosî ji Trump re gotibû, ‘Ev der ne Tirkiye ye demokrasî heye’, Tirkiyê bersiv da!

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2020 20:14

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyeke xwe de soz neda ku bi awayekî aştiyane dema di hilbijartinên seroktiyê de têk biçe erka xwe berde.

Li ser vê Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê ya ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî ji bo Trump got, “Ev der ne Tirkiye ye, ev der Amerîka ye û ev der demokrasî ye.”

Pelosî di civîna rojnamevanî de dabû xuyakirin, Trump heyranê Pûtîn, Kîm Joun Un û Erdogan e û wiha pê de çûbû:

“Lê divê ez bi bîra wî bînim. Hûn ne li Koreya Bakur in, hûn ne li Tirkiyê û Rûsyayê ne jî, hûn ne li Erebîstana Siûdî ne jî. Hûn li Amerîkayê ne. Ev der demokrasî ye. Hûn çima girêdayî sonda serokatîyê ya ku we xwariye û destûra bingehîn ya Amerîkayê namînin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser gotinên Pelosî yên derbarê Tirkiyê de bi rêya twitterê daxuyanî da û bertek nîşanî Pelosî da.

Çavuşoglu dibêje, “Bi cahiltiya xwe ye îbretî Pelosî bûye Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku ev esas ji bo demokrasiya Amerîkayê metirsî ye. Hûnê fêr bibin ku rêzê li îradeya miletê tirk bigirin.”

 

Parve bike: