Kurdistan
Tirkiye | Partiya Demokrasî û Pêngavan tê ragihandin
PeyamaKurd – Piştî ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê cûda bû û partiye bi navê Partiya Dahatû (Gelecek Partisi) ava kir, niha jî wezîrê berê yê AKPê Alî Babacan bi piştgiriya serokomarê berê Abdullah Gul partiya xwe radigihîne.
Partiya duyem a ji nav AKPê derdikeve, bi seroktiya Alî Babacan e û li gorî medya tirkî roja Çarşema pêşiya me bo wezareta navxweyî ya Tirkiyê tê pêşkeşkirin û ragihandin.
Hatiye diyarkirin ku navê partiyê jî Partiya Demokrasî û Pêngavan (Demokrasi ve Atılım Partisi - DEVA) ye ku piştî xebarete domdirêj tê ragihandin û rêveberên AKPê yên berê Sadullah Ergin, Nihat Ergun û Beşir Atalay jî wekî damezrîner tê de cî distînin.