Cîhan
Pence ragihand ku dibe destekê nede namzetiya Trump
PeyamaKurd – Cîgirê serokê Amerîkayê yê Donald Trump, Mike Pence ragihand ku wê ji bilî Trump namzetekî dinê destek bike. Pence got; eger Trump ji bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya di sala 2024an de bibe namzet, dibe ku yekî dinê tercih bike.
Mike Pence, li zankoya Georgetownê tevlî bernameyekî bûye û gotiye di hilibjartina bê de îşaretê kiriye ku dikare yekî dinê destek bike. Pence tam weha gotiye:
“Yanî dibe yekî ku zêdetir wî tercîh bikim hebe. Ez bawerim ku partiya Komarî wê pirsgirêka lîdertiyê çareser bike. Di 20 rojên pêşiya me de ez ê li ser hilbijartinên navberê bixebitim. Lê piştî wê em ê li ser dahatûya me û milletê me bifikirin û ez ê we ji pêşdeçûnan agahdar bikim.”