Çîn, peyama destekê ya bo Îranê ragihand
PeyamaNews - PeyamaKurd – Şerê navbera Îranê û DYA-Îsraîlê ji aliyê serpereştên welatên dinyayê de tê şopandin. Li ser pêşdeçûnan, wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi û wezîrê karên derve yê Çînê Vang di rêya telefonê de axifîn.
Di axaftina telefonê de Vang Yi ragihand ku ew piştgiriyê didin desthilat, serxwebûn û şerefa Îranê û destek dikin. Wezîrê Çîne Vang sersaxiyê da Îranê ku di dema êrîşa Îsraîlê de, rayedarên Îranê yên ku jiyana xwe ji dest dane û di serî de ji bo lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney, li ser navê dewleta ÇÎnê û xelkê wê sersaxiyê xwest.
Arakçi jî li ser rewşa şer agahiyan da Vang û û ragihand ku şerê Îran dike, tenê ji bo bergiriya Îranê ye û got Îran dixwaze bi welatên cîran yên Kendavê re têkiliyên cîrantiyê yên baş berdewam bike.
Erakçi got ku ew êrîşên Îran dike bo ser baregehên DYAyê yên li welatên cîran, armanc ji wan êrîşan ew e ku li dijî çavkaniya êrîşkeran tevdigerin û divê weka bersivê bê qebûlkirin. Armanca Îranê ew nîne ku êrîşan dikin ser axa welatên cîran.