TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Amerîka wê li Brukselê bi hevalbendên xwe re bicive

Admin L
Nivîskar
📅 28 nîsan 2023 14:05

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tumgeneral Patrick Ryder diyar kir, Amerîka wê li Brukselê bi hevalbendên xwe re bicive û li ser şandina çekan a bi lez ji Ukraynayê re gotûbêj bike.

Ryder di konfêranseke rojnamevanî de got, şanda Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîka William LaPlante dê vê heftiyê li Brukselê bi nûnerên zêdetirî 40 hevalbendên NATO û Yekîtiya Ewropî re bicive ji bo gotûbêjkirina şandina çekan a bilez bo Ukraynayê.

Ryder da zanîn, "LaPlante vê hefteyê li Brukselê bi komek rêveberên çekan ên neteweyî re serokatiya civînekê dike."

"Di civînê de rêveberên çekan û nûnerên zêdetirî 40 welatên Yekîtiya Ewropî û NATOyê beşdar dibin û bal kişandin ser hewldanên cîhanî yên ji bo bilezkirina peydakirin û hilberîna çekên ku ji Ukraynayê re hewce dike."

Parve bike: