Cîhan
Pentagon bo balafirên F-35an peyamekî nû ragihand
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon bo teslîmata balafirên F-35an bo Tirkiyê peyamekî nû da. Pentagon xwest ku Tirkiye di bernameya çêkirina F-35an de bimîne.
Peyama Amerîkayê ji aliyê wekîlê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan de hat kirin. Peyam li pirseka rojnamevanekî ku pirsî bê ew dixwazin ku Tirkiye di bernameya çêkirina F-35an de bimîne? hat dayîn. Shanahan weha got:
" Helbet em dixwazin lê divê Tirkiye Patrîotan bikire. ”
Sîparîşa Tirkiye bo F-35an di ser 100 hebande ye û heya niha 2 ji wan hatine teslîmkirin.