Cîhan
Pentagon li ser ISIDê daxwuyaniyekî balkês da
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand ku IŞID li Iraqê û Sûriyê li gor 10 sal berê qels bûye lê li herêmê tehdîda IŞIDê dewam dike.
Ryder, di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand û got ku Amerîka perçeyekî ji koalisyona li hemberê IŞIDê ye. Ji bo ber li vejîna IŞIDê ya li herêmê bigrin, bi hevkarên xwe yên li herêmê re, li ser xebata hevpar hûr bûne.
CENTCOM, di 19ê Hezîrana 2024an de daxwuyanî dabû û gotibû li Sûriyê di operasyona hewayî de ji rêvebirên IŞIDê yê di asta bilind de Usame Cemal Muhammed İbrahim Cenabi hatiye kuştin.