Pentagon: Meha bê, em mosekên NASAMSê disînin
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve hat ragihandin ku dê di vê meha mijdarê de Amerîka ji bo Ukraynayê moşekên NASAMSê bişîne.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de axivî û ragihand ku pêdiviya Ukraynayê, bi alîkariya pergalên parastina asîmanî heye.
Austin bal kişand ser alîkariyên çekdarî yên ku dê Amerîka di meha nû de ji bo Ukraynayê dabîn bike û got,
“Beriya her tiştî, hewcedariya Ukraynayiyan bi pergalên parastina asîmanî heye û ji ber vê yekê jî dema me civîna dawî ya Koma Pêwendiyên Berevaniya Ukraynayê kir, me bi rastî jî bin vê pêdiviyê xêz kir.
Ji bo vê jî ji bo ku pergala me ya NASAMSê bi awayekî bilez bê radestkirin, em lezê didin pêvajoyê û em hêvî dikin ku di vê meha pêşiya me de em vê pergalê radest bikin û yekîneyên Ukraynayî perwerde bikin.”
Austin da zanîn ku ji bilî dabînkirina vê pergalê, Amerîka hewila xwe dewam dike ku di demeke kin de gelek pergalên parastina asîmanî ji bo Ukraynayê bişîne.