Cîhan
Pentagonê li ser çekên ku dane Kurdan daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê ku li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariya vekişîna ji Sûriyê dike, derbarê çekên ku bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Kurdî hatiye dayîn daxuyaniyeke nivîskî da.
Pentaganê di daxuyaniya xwe de bêyî ku li ser aqûbeta çekên di destê HSDê de bersiveke zelal bide got ku ew çek ji bo erkên bi sînor in û HSD jî şirîka wan a bi bandor e di şerê dijî DAIŞê de.
Berdevkê Pentagonê Sean Robertson di daxuyaniya nivîskî de diyar kir, “Çekên bo HSDê hatine dayîn, ji bo erkên bi sînor û armanca tekbirîna DAIŞê ya qonax bi qonax e ku em tim di vê mijarê de zelal bûn.”