Cîhan
Peskov: Tu maqûlî tune ye di kirina sivikatiya li hest û sozên bawermendan
PeyamaKurd – Di derbarê kovara tinaziyê ya li Fransayê derdikeve, Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitri Peskov got, kovareke weke Charlie Hebdo li Rûsyayê nikare derkeve ku sivikatî li pîroziyên bawermendan bike.
Dmitri Peskov li ser pirsa "Gelo kovareke weke Charlie Hebdo, li Rûsyayê dikare weşana xwe bike?" da zanîn: “Na, divê ev yek her dem li ber çavên me be û em jibîr nekin ku nêzîkî 20 milyon misilman li Rûsyayê dijîn. Tevî ku ola serdest a Rûsyayê Mesîhî ye.”
Peskov destnîşan kir: ‘‘Rûsya di wê baweriyê de ye ku tu maqûlî tune ye di kirina sivikatiyê li hest û sozên bawermendan.’’
Herwiha destnîşan kir, bi tu awayî bûyerên kuştinê nayên qebûlkirin.