Zelenskiy: Me ji sedî 45ê parzûnkirina nefta Rûsî tune kir
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnama Wall Street Journal (WSJ) re behsa hevdîtina xwe ya bi Serokê DYAyê Donald Trump re kir.
Zelenskiy diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya li New Yorkê de li ser sînorê Birêvebiriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ligel Trump kiriye, ji bo beriya zivistanê daxwaza sîstemên moşekî yên Patriot û gelek teknolojiyên nû kiriye.
Zelenskiy da xuyakirin ku ew dizane mijara enerjiyê ji bo Trump pêşîneyek e û li gorî wî Trump dê hewl bide ku ji bo pirsgirêka enerjiyê agirbestekê gotûbêj bike.
Her wiha Zelenskiy anî ziman ku hêzên wan %45ê kapasîteya parzûnkirina neftê ya Rusyayê tune kirine û got ku rewşa li qada şer ji bo Vladimir Pûtîn ne serketî ye, lewra Pûtîn nikare bi ser bikeve.