Zelenskiy: Me êrîşî tesîsên Rûsî yên 1500 km dûrî xwe kir
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li herêmên cuda yên Rûsyayê êrîşî hejmarek tesîsên petrolê kiriye.
Zelensky got ku wan doh li herêmên Stavropol û Tverê yên Rûsyayê du depoyên petrolê kirine armanc û got: "Her du depo jî nêzîkî 500 kîlometreyan dûrî xeta eniya şer in."
Serokê Ukraynayê diyar kir ku wan li Ufaya paytexta Komara Başkurdistanê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê jî, êrîşî stasyoneke pompekirina petrolê kiriye ku nêzîkî 1500 kîlometreyan dûrî Ukraynayê ye.
Zelensky herwiha destnîşan kir ku wan li herêma Rostovê jî êrîşî termînaleke petrolê kiriye û got: "Me demeke dirêj berê pêşniyarî Rûsyayê kir ku em vî şerî bi dawî bikin.”
Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Ukraynayê jî ragihandiye ku Rûsyayê doh bi şev bi du moşekan û 94 dronan êrîişî wan kiriye û daye zanîn ku hêzên parastina asmanî yên Ukraynayê 72 dron bêbandor kirine.