TR KU SO
FB X
Cîhan

Peykerê Qasim Suleymanî pistî ku hat danîn bi demekê hat sewitandin!

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2022 22:27

PeyamaKurd – Peykerê Fermandarê berê yê Hêza Qûds Qasim Suleymanî ku du sal berê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê hatibû kuştin, li Îranê piştî ku hat danîn bi demekê di saetên şevê de hat şewitandin.

Li gorû nûçeya medya fermî ya Îranê, peykerê Qasim Suleymanî yê li bajarê Şehrîkurd ê li eyaleta Çarmahal Bextiyarî doh di saetên navrojê de bi merasîmekê hatiye vekirin û êvarê jî ji aliyê hin kesên nasnameya wan eşkere nebûye ve hatiye şewitandin.

Nûnerê Rêberê olî yê Îranê Elî Xamaney li eyaletê Muhammed Elî Nikunam ji şewitandina peykerê Suleymanî re bertek nîşan da û li dijî Amerîka û Îsraîlê daxuyanî da.

Parve bike: