TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Peymana Sedsalê ya Filîstîn û Îsraîlê’ tê eskerekirin

Admin S
Nivîskar
📅 11 mijdar 2018 19:41

Peyamakurd - Li gorî nûçeya televizyona îsraîlî Kanal10ê, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Jason Greenblatt ragihandiye ku dê ‘Plana Aştiya Îsraîl û Filîstînê’ ku wekî Peymana Sedsalê hatiye binavkirin, were ragihandin.

Di nûçeyê de tê gotin ku Jason Greenblatt ev daxuyanî li konferanseke Londonê daye û gotiye, di hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahî ya 26ê Îlono 2018an a New Yorkê de hatiye diyarkirin ku dê plana Aştiya Îsraîl û Filîstînê di nav 2 yan jî 4 heyvan de were eşkerekirin.

Nûçeya navborî destnîşan dike ku îhtimal e ‘Peymana Sedsalê’ di dawiya meha Kanûnê de were eşkerekirin.

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Trump a Amerîkayê îsal cihê balyozxaneya xwe ya Îsraîlê bo Qûdsê-Orşelîmê veguhestibû.

Parve bike: