TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu: Îdiayên qirkirinê derewa herî mezin a sedsalê ye

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 11:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotareke tûj pêşkêş kir.

Netanyahu di axaftina xwe de îdiayên "qirkirinê" yên derbarê Xezeyê de red kir û ew wekî "derewa herî mezin a sedsalê" bi nav kir.

Her wiha li ser operasyonên li dijî Îranê axivî û da xuyakirin ku têkbirina tesîsên nukleerî yên Îranê yek ji biryarên herî hêsan bû ku wî daye, ji ber ku eger wan ev gav neavêtiba, ew ê hemû hatiban kuştin.

Di destpêka axaftinê de, dema ku gelek delegasyonan ji bo protestokirinê salon terk kirin, Netanyahu bertek nîşan da û kesên ku derketine bi "tirsonekên exlaqî" tawanbar kir.

Netanyahu her wiha behsa şerê heft enî kir ku Îsraîlê di van salên dawî de li dijî gelek aliyan dimeşîne û spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Parve bike: