TR KU SO
FB X
Cîhan

Pezeşkiyan: Civîna me û Mucteba Xamaney 7 seetan ajot

Admin H
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 21:01

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku civîna wî ya li gel Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamaneyî 7 seetan dom kiriye û di vê hevdîtinê de wan hemû pirsgirêkên welat gotûbêj kirine.

PeyamaKurd - Pezeşkiyan da zanîn ku di civînê de mijarên wekî rewşa aborî ya xelkê, bazar, îstîxdam, avabûnî, ambargo, encamên şer û parastina yektiya navxweyî hatine nirxandin.

Pezeşkiyan ev civîn wekî hevdîtineke erênî û berhemdar bi nav kir û tekez kir ku navenda bala Xamaneyî parastina yekîtiya navxweyî ya Îranê ye.

Parve bike: