TR KU SO
FB X
Cîhan

Peziskiyan eskere kir: Îran paytexta xwe bar dike cihekî din

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2024 23:02

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezişkiyan ji bo barkirina paytext Tehranê bo devereke din xebat da destpêkirin.

Pezişkiyan bi parlamentarên eyaletên Hurmuzgan û Sîstan-Belucistanê re li Tehranê civiya.

Piştî civînê Pezişkiyan ragihand ku wan xebatên bo barkirina Tehranê bo başûr dane destpêkirin û got, “Em ji bo Tehranê çi jî bikin demê winda dikin. Em neçar in navenda aborî û siyasî ya paytexta welêt bo navendeke nû ya başûrtir û nêzî deryayê veguhêzin.”

Hêjayî gotinê ye Tehran xwedî sermijariya nêzî 20 milyonan e û ji sala1788an ve paytexta Îranê ye. Tehran ji ber pirsgirêkên qirêjiya hewayê, kêmbûna avê û mezinbûna bêteşe bûye barek ji Îranê re ku tê xwestin cihê paytextê bê guhertin.

Parve bike: