Cîhan
Pîlotekî Amerîkî li Erebistana Si’ûdî mir
PeyamaKurd- Li welatê Erebistana Si’ûdî, li payîtext Riyadê di dema tetbîqatekî hewayî de pîlotekî (ajotvan) helîkopterê yê Amerîkî jiyana xwe ji dest da.
Ragihandina mirina pîlot, bi nivîskî, ji aliyê wezareta parêzvanên netewî de hat kirin ku bûyer di dema tatbîqata daîmî ya ku li balafirgeha Haşim El An de dihat kirin, çêbû.
Di qewimandinê de pîlotê ku navê wî Paul Reedy e, jiyana xwe daye û pîlotê Ereb Pilot Heysem bîn Abdulazîz El Şêx jî birîndar bûye.
Sedema ketina helîkopterê nayê zanîn lê di mijarê de tîmên teknîkî xebatê dikin.