TR KU SO
FB X
Cîhan

Pirsgirêka Kibrisê ges dibe

Admin M
Nivîskar
📅 08 hezîran 2019 00:41

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê nerazîbûna xwe bo parvekirina aqarên Kibrisa Başûr aşkera kir. Berdevkê wezaretê Hami Aksoy got: “Tirkiye mafên Tirkê Kibrisê bi ti kesî nade xwarin.” Di ragihandinê de wezaret weha dewam kir:

“GKRY (Rêvebiriya Rûman ya Kibrisa Başûr) û şîrketên navdewletî yê ku pêre kar dikin, nikarin bi serê xwe tevibgerin. Divê bizanibin ku Tirkên Kibrisê hevparê giravêne, mafên wan li ser petrol û xaza xwezayî wekhev heye û nikarin mafên Tirkan piştguh bikin.”

Wezaret ragihand ku ew beyanên hukumeta Tirkan ya Kibrisê ya di derbarê peymanê de daye destek dikin û tê de hemfikrin.

Parve bike: