TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî 14 salan pêngava dîrokî ya Şamê: Yekemîn trêna bar ji Bendergeha Lazqiyeyê bi rê ket

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2026 15:03

PeyamaKurd - Piştî navberika dirêj a 14 salan ku ji ber şer û tevlîhevîyê çêbûbûn, li Sûriyeyê di navbera Bendergeha Lazqiyeyê û stasyona Edrayê ya li gundewarê Şamê de yekemîn geşta tirêna barhilgir a ceribandinê bi serkeftî hat encamdan. Ev gava aborî ya girîng di encama xebatên berfireh ên Wezareta Veguhastin û Jêrxaneyê ya Sûriyeyê de pêk hat ku armanc dike torên hesinî yên welat ji nû ve çalak bike. Di vê geşta dîrokî ya îro de, trênê bi hilgirtina 20 konteynerên barkirî rêwîtiya xwe temam kir û bi fermî destpêkirina gihandina navbera bendergehên deryayî û herêmên hundirîn ên welat ragihand.

Kêmkirina lêçûnan û pişkdariya navneteweyî

Di merasîma çûyîna vê trênê de, Rêveberê Giştî yê Saziya Rêyên Hesinî yên Sûriyeyê endezyar Osame Hedad, Rêveberê Giştî yê Deriyên Sînorî yên Bejayî û Deryayî Quteybe Bedewî û Rêveberê Rojhilata Navîn ê şîrketa Fransî Joseph Dagdag amade bûn. Rêveberê Giştî Osame Hedad di pirsên rojnamevanan destnîşan kir ku ev proje ji bo aboriya Sûriyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Hedad diyar kir ku ev pêngav dê di qonaxa yekem de qelebalixiya çûnûhatina li ser rêyên bejayî bi awayekî berçav kêm bike û her weha lêçûnên veguhastina kelûpelan gelekî daxe jêr, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser bazara navxweyî bike.

Parve bike: