TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî derbên giran rejîma Îranê pêla girtinan da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2026 22:44

PeyamaKurd - Piştî ku di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê hejmarek mezin serkirde û fermandarên Îranê hatin kuştin,. Wezareta Îtlaatê ya Îranê dest bi binçavkirina hejmareke mezin a welatiyan kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî bîlançoya destgîrkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Li gorî amarên rêxistinê, şeva borî li 26 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 111 welatî bi hinceta ‘dijmin û neyarên welat’ hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Pasdarên Îranê ragihandibû ku kesên binçavkirî dê wekî ‘sîxur’ bên nasandan û herî dawî jî welatiyek bi hinceta sîxurtiya Îsraîlê hate darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku di pêla nû ya gef û binçavkirina welatiyan de, li parêzgehên Tehran, Elbûrz, Hemedan û Urmiyeyê herî kêm 220 welatî hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku ew kes bi tawana ‘şandina wêne û dîmenan ji medyayên biyanî re û hewldanên ji bo lidarxistina xwepêşandanan’ hatine girtin.

Parve bike: