TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha rejîma Îranê cezayê giran da du jinên çalakvan

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2026 18:41

PeyamaKurd - Dadgeha parêzgeha Simnanê ya Îranê derbarê birîna cezayê girtîgehê li du jinên çalakvan de daxuyaniyek belav kir. Hate diyarkirin ku jinên bi navên Fatme Melek Ehmedî û Leyla Remezanî bi tometa peywendîkirina bi medyaya muxalefetê ya derveyî welat û belavkirina wêneyên taybet ên bombebarankirinên dawî, bi hatine cezakirin.

Li gorî biryara fermî ya dadgehê, li Fatme Melek Ehmedî 26 sal û li Leyla Remezanî jî 27 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Dadgehkirina nû ya ku di medyayê de deng veda, wekî berdewamiya fişarên liser çalakvanên navxweyî hate nirxandin.

Dadgeha parêzgeha Simnanê da xuyakirin ku ji bilî cezayên giran ên girtîgehê, hejmarek qedexeyên din ên civakî û madî jî li ser van her du çalakvanan hatine sepandin. Li gorî vê yekê, Leyla û Fatme ji mafê xizmetguzariyên dewletê û endamtiya di nav partî, sazî, komên siyasî û civakî de bi temamî hatine bêparhiştin.

Dîsa qedexeya çûna derveyî welat jî li ser wan hate sepandin. Rêxistinên mafên mirovan balê dikişînin ser ku sîstema dadwerî ya Îranê di mehên borî de ji bo rûbirûbûna her cûre nerazîbûnekê, cezayên tirsandinê yên pir giran dide çalakvanên sivîl û rojnamevanan.

Parve bike: