Cîhan
Piştî êrişên bi dronan Iraqê deriyên sînor yên bi Îranê re ji nû ve vekir
PeyamaKurd - Rayedarên Iraqê ragihandin ku piştî girtina demkî ya ji ber êrişên bi dronan ên li ser boriya petrolê ya Erebistana Siûdiyê, deriyên sînor yên bi Îranê re ji bo derbasbûna rêwiyan dîsa hatine vekirin.
Bexdayê bi awayekî fermî mikur hat ku ew êrişên ku boriya Rojhilat-Rojava ya Siûdiyê girtibûn, ji nava axa Iraqê hatine kirin.
Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê daxuyanî da ku Serokwezîr Elî Zeydî ferman daye da ku sînorên Şelemçe, Mendelî û Şib di dîrokên diyar de ji bo geştiyaran werin vekirin.
Di encama van êrişên ku ji nêzîkî deriyê Şib ê Meysanê hatibûn kirin de, serokwezîr fermana lêpirsînê da û fermandarê leşkerî yê herêmê ji kar dûr xist.
Çavdêr dibêjin ku girtina van deriyan a demkî ji bo Îranê peyameke hişyariyê bû.