Cîhan
Li Kîevê di êrişên dronan de 2 kes mirin
PeyamaKurd - Rûsyayê bi dron û mûşekan êrîşeke giran bir ser Kîeva paytexta Ûkraynayê û herêma Donetskê, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 41 kes jî birîndar bûn.
Li ser van êrişên nû, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy di civîna Neteweyên Yekbûyî de banga rawestandin û sînordarkirina dahat û bazirganiya Rûsyayê kir da ku rê li ber dirêjbûna şer bê girtin.
Di heman demê de hat ragihandin ku DYAê Vladimir Putin vexwendibû civîna G20 a li Mîamiyê, her wiha Ûkraynayê peymaneke nû ya dronan bi Fînlendayê re îmze kiriye û du dîlên şer ên Koreya Bakur radestî Koreya Başûr kirine.