TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî îsraîlê li 133 ciyan xist, Netenyahu ragihand ku hêj di nîvê operasyonan de ne

Admin M
Nivîskar
📅 11 gulan 2023 04:19

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku li Şerîda Xezzayê li 133 ciyan xistine û operasyon wê hêj dewam bike. Netenyahu got ku ew hêj di nîvê operasyonan de ne û wê êrîşên Îsraîlê li hemberê rêxistina Cîhada Îslamî dewam bikin. Netenyahu di civîna çapemeniyê de weha got:

“Me heya niha derba herî girîng li rêxistina Cîhada Îslamî xistiye. Em we li her derê dibînin, hun nikarin xwe veşêrin û em ê biryarê bidin bê em ê li ku derê li we bixin. Me li depoyên wan yên sîlihan û tesîsên hilberînê yên sîlihên Cîhada Îslamî xist.”

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê jî ragihand ku wan siet ji 21.30 an û pê de li 133 ciyan xistiye. HPİ ragihand ku heya niha ji Xezzayê 469 roket û hawanan avêtine Îsraîlê. 333 ji wan ketine ser axa Îsraîlê û 107 heb jî ketine Şerîda Xezzayê. Sîstema parastinê ya Îsraîlê karibûne 153 roket û hawanan îmha bikin û kêm roket û hawan ketine ser jîngehan û xesara maddî çêbûye.

Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê di daxwuyaniya xwe de got ku di êrîşên Îsraîlê de heya niha 21 kes hatine kuştin û 64 kes birîndar bûne.

Parve bike: