Pizişkiyan ji gelê Amerîkî re nameyek şand
PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, di nameyekê de ji bo gelê Amerîkî, peyamên girîng derbarê helwesta navneteweyî ya Îranê de da.
Pizişkiyan tekez kir ku gelê Îranê li hember tu neteweyekê dijminatiyê nake û diyar kir ku tevî destwerdanên biyanî di seranserê dîrokê de, gel û hikûmet her gav ji hev cuda hatine nirxandin.
Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan di nameya xwe ya ji bo gelê Amerîkî de wiha got:
"Gelê Îranê li hember ti neteweyekê, tevî gelên Amerîka, Ewropa, an welatên cîran, dijminatiyê nake. Tevî ku di dîroka xwe ya serbilind de bi destwerdan û zextên biyanî re rû bi rû mane jî, Îraniyan her gav bi zelalî di navbera hikûmet û gelên ku ew birêve dibin de cudahî çêkirine."
Pizişkiyan herwiha diyar kir:
"Tiştê ku Îranê kiriye û dike bersivek pîvandî ye ku bi tevahî li ser bingeha mafê parastina rewa ya xwe ye. Ev qet ne li ser destpêkirina şer an êrîşekê ye."
Serokkomarê Îranê di nameya xwe de cih da vê pirsê jî:
"Ev şer bi rastî xizmeta kîjan berjewendiyên gelê Amerîkî dike? Gelo bi rastî gefek objektîf ji Îranê hebû ku bersivek wisa rewa bike? Kuştina zarokên bêguneh, wêrankirina kargehên ku dermanên penceşêrê çêdikin, an jî pesnê 'vegerandina welatekî bo Serdema Kevirî' - ev ji bilî ku bêtir zerarê dide navûdengê Amerîkayê li cîhanê, çi feydeyê dide?"