TR KU SO
FB X
Cîhan

Polîsê Rûsya avêt ser civîna namzedên serbixwe: 170 kes binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 13 adar 2021 23:31

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li bajarê Moskovayê li devera Izmaylovoyê polîs avêt ser salona konferansê ya otêlekî ku ji 56 herêmên Rûsyayê namzedên parlementeriyê tê de civîn dikirin û qeydiyên xwe çêdikirin. Di avêtina ser otêlê de 170 kes hatin binçavkirin.

Sedema polîs nîşan da ew bû ku civîn bê îzin hatiye kirin, kesên civînê organîze kirine û hin kesên tevlî civînê bûne bi rêxistinên neyasayî re di nav têkiliyan de ne.

Di nava binçavkiriyan de parlementerên Dûmayê yên bi navên Mikhail Timanov û Maksim Raznik jî hene. Endamên meclisa şaredariya Moskovayê İlya Yashin, Yulia Galmaniya û Yevgeny Roizman di nava girtiyan de ne û girtiyan bi otobusan birine navenda binçavkirinê.

Parve bike: