TR KU SO
FB X
Cîhan

Polonya 4 balafirên ser disîne Ukraynayê

Admin H
Nivîskar
📅 17 adar 2023 01:04

PeyamaKurd – Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda, ragihand ku wê welatê wî 4 balafirên şer ji bo piştevaniya Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de, ji Kîevê re bişîne.

Duda got ku ew plan dikin hejmarek balafirên MiG-29 bidin Ukraynayê û ew dê bibin yekem welatê NATO ku balafirên şer dide Ukraynayê.

Serokomarê Polonyayê eşkere kir, ew dê 4 balafirên şer ên dema Sovyetê hatine çêkirin, di demên pêş de radestî Ukraynayê bikin û hejmareke din jî piştî kontrolkirina wan radest bikin.

Hêjayî gotinê ye, Ukrayna ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve ji welatên Ewropayê daxwaza balafirên şer dike.

Parve bike: