TR KU SO
FB X
Cîhan

Polonya: Em ê her bihusta axa xwe biparêzin

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 îlon 2023 20:00

PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir ku divê welatiyên wan xwe li welêt di nav ewlehiyê de hîs bikin û da zanîn ku ew ê her bihusta axa xwe biparêzin.

Mateusz Morawiecki di axaftina xwe ya li Kielceyayê ya Polonyayê de Rusya kir armanca gotinê xwe û got ku

“Em ê her milekî axa welatê xwe biparêzin. Em ê vê yekê bi NATOyê, tifaqa herî xurt a leşkerî ya di dîrokê de pêk bînin. Em ê vê yekê li Polonyayê bi berfirehkirina artêş û pîşesaziya çekan pêk bînin. Em ê bi hevkariya hevalbendên xwe vê yekê bikin.”

Morawiecki îdia kir ku Rusya plan dike împaratoriya xwe ya wêrankirî ji nû ve ava bike û got,

“Propagandeyên Kremlînê, niyeta dijminatiya Rusyayê ya li hember Polonyayê venaşêrin. Beriya her tiştî divê em li ser çekên nûjen ên artêşê bisekinin.”

Parve bike: