TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo: “Awrûpa, weka me dixwest alîkariya me nekir”

Admin M
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2020 01:00

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku dema biryara kuştina Qasim Silêmanî dane, Awrûpa alîkariya wan nekiriye û wan rexne kir. Pompeo weha got:

“Ew tişta ku me kiriye divê Îngîlîz, Fransiz, Almanî fêm bikin ku me jiyana wan rizgar kiriye. Ev bo temamê dinyayê tişteka baş bû.”

Pompeo got ku di dema dawiyê de, bi welatên din re li ser operasyonê agahiyan parvekirine û weha dewam kir:

“Ez di 1.5 an 2 rojên dawiyê de bi hevkarên herêmê re axifîm. Me bo wan got bê me çi kir û bo çi kir û alîkariya wan xwest. Tev jî mukemmel bûn. Paşî bi hevkarên li ciyên din re axaftina ku ew çend nebaş bû me kir. Ya rast alîkariya Ewrûpiya ne di asta ku me dixwest de bû.

Pompeo di mijarê de hevpeyvînekî bi TV ya Fox ê ya Amerîkayê kir û got ku Silêmanî û tîma wî di amadekariya êrîşê de bûn û ew girtin û dan rawestandin. Pompeo ragihand ku ne raste hûrahiya mijarê bêje lê xelkê Amerîkayê dizane, biryara ku Trump daye, jiyana wan rizgar kiriye.

Parve bike: