Cîhan
Pompeo: Dê serok Trump yasayan bicih bîne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di hevpeyvîneke xwe de derbarî kirîna S-400ên rûsî ji aliyê Tirkiyê ve û xistina meriyetê ya yasa dorpêçan a CAATSAyê diyar kir ku li gorî yasayê pêwîste dorpêç bi ser Tirkiyê de bên sepandin.
Pompeo got: “Li gorî qanûnan sepandina dorpêçan pêwîstiyek e û bawerim ku emê van qanûnan cîbicî bikin. Serok Trump jî dê li gorî qanûnan tevbigere.”
Piştî ku radestkirina parçeyên S400an bo Tirkiyê destpê kir, dorpêçên Amerîkayê jî car din hatin rojevê ku heta çend rojan çav li rê ye ji aliyê Amerîkayê ve biryar bê dayîn.