Cîhan
Pompeo ji nîska de seredana baregeha Iraqê kir
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji nîşka de seredana baregeha li bajarê Anbarê ya bi navê Eyn Esed ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin, kir.
Seredana Pompeo piştî êrîşa ku bo ser baregeha Kerkûkê hat kirin bû û ev balê kişand. Amerîka heya niha di derbarê seredana Pompeo de ragihandinê nekir.
Lê ajansa Reutersê li ser devê rêvebirekî Amerîkayê ragihand ku êrîşa ser baregeha Kerkûkê ya K1 ê ji aliyê Hîzbûllaha ku Îran desteka wan dike, hatiye kirin.