TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo û Lavrov hatin cem hev

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2019 04:08

PeyamaKurd- Piştî civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatin cem hev. Di hevdîtinê de her dû wezîr behsa têkiliyên duqolî û gelek mijarên din kirin.

Di hevdîtinê de Lavrov got ku ew bi Amerîkayê re her gavê dikarin diyalogê deynin û divê bo berjewendiyên hev rêz bigrin û behsa bikêrnehatina dorpêçan û zorê kir ku ti fêda wan dorpêçan tine ye. Lavrov got ku dorpêç baweriya hevkariya kureyî dişkêne û ewlekariyê nahêlin. Lavrov bertekê bo dorpêçên ser 5 keştiyên ku bo leşkerên Rûsyayê yên li Sûriyê petrolê amade dikin nîşan da û got ku Amerîka bi terorîstan re li rex hevin.

Hevdîtina her wezîran li dora 1 sietekî dewam kir û bo çapemeniyê girtîbû.

Parve bike: