Cîhan
Pompeo: Xebatên Tirkiye qanûnî nînin û nayên qebûlkirin
PeyamaKurd-Wezîrê karen derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis di hevdîtina xwe ya li Atînayê de Pompeo ragihand ku ‘xebatên Tirkiyê yên sondajê li rojhilata Derya Sipî ne qanûnî ne. Nayê qebûlkirin.’
Serokwezîr Miçotakis, di pey Mike Pompeo de axifî û di axaftina xwe de got:
“Daxwaza me ya tekane ew e ku mafên Kibrisê yên navdewletî bên parastin. Tirkiye bi xebatên xwe yên sondajê mafê hukumraniya Kibrisê binpê dike.”
Rezervên ku li Derya Sipî behsa bihayê wan têkirin ku xaz û hîdrokarbonin, li gor pêzanînên îro li dora 3 trîlyon dolarî dike. Ev jî dibe sedema ku li ser Kibrisê wê gelek şer û pevçûn bên kirin.