Tendrûstî
Tirkiye: “Em li benda pêla duyem ya vîrusê nînin”
PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku ew texmîna pêla duyem ya Kovid-19 ê nakin û di mijara qedexeya derketina derve, ya dawiya hefteyê de çi biryarê nedane. Lê dibe ku di asta parêzgehan de parêzgeh bi xwe li gor şertên xwe biryarê bide.
Koca got ku Tirkiye ji Kovid-19 ê dînê kêm bandorê diye û weha got:
“Me asta yekem ya pandemiyê xelas kir. Bo asta duyê rihet derbas bibe, tedbîr şertin ji ber tehdîd dewam dike. Normalîzebûna Tirkiyê ji 1 ê hezîranê de destpêkiriye û pêvajoyeka gelek berfirehe ku di serê pêvajoyê de tenduristî tê.”