TR KU SO
FB X
Cîhan

Price: Berjewendiyên Washington û Enqerê li Rojhilata Navîn hevbes in

Admin L
Nivîskar
📅 03 adar 2021 13:29

PeyamaKurd –  Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price, di derbarê hevalbendiya Amerîka û Tirkiyê de axivî û got, berjewendiyên Washington û yên Enqerê, li Rojhilata Navîn hevbeş in, bi taybetî li Sûriyê berjewendiyên me wek hevdu ne.

Li ser pirsa, ‘‘Tirkiye û rêvebiriya Biden, dikarin li Îdlibê bi hevdu re bixebitin?’’, Price got: ‘’Berjewendîyên me û yên hevalbendên me yên Tirk, yên li hêrêmê hevbeş in û bi taybetî jî li Sûrîyê rewşeke wisa heye.’’

Price herwiha destnîşan kir, ew ê bo berjewendiyên xwe pêk bînin, bi awayekî avaker bi wan re bixebitin.

Ned Price, roja Duşemê ji ser Twitterê 33 leşkerên Tirk yên li Îdlibê hatibûn kuştin bi bîr anîbû.

Price eşkere kiribû, wan li hember ‘‘zilma rejîma Esad û hevkarên wê yên Rûs û Îranî’’ berevaniya sîvîlan kirine û dabû zanîn, ew bi Tirkiyê ne.

Leşkerên Tirk di Sibata 2020an de, bi êrîşa esmanî hatibûn kuştin. Tirkîyê li ser êrîşê, hêzên rejîma Sûrîyê tawanbar kiribû û Rûsya jî piştî êrîşê dîyar kiribû, leşker gerek ne li wê herêmê bûna.

 

Parve bike: