Protestoyên Fransayê li 34 herêman kêseya sotemeniyê bi xwe re anî
PeyamaKurd – Li Fransayê protestoyên li dijî reforma xanenişîniyê ev çend roj in, bi grev û xwepêşandanan berdewam dikin û tê çaverêkirin hîn berbelavtir bibin.
Di encama grevên li seranserê bajarên Fransayê de ku sektorên rêhesinê û balafiran jî tê de beşdar in, pirsgirêka sotemeniyê jî bi xwe re aniye.
Di xwepêşandanên li nav paytext Parîsê de, di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî derket û pevçûnên dijwar çêbûn.
Li gorî medya fransî di protestoyên Parîsê de, 234 kes hatine binçavkirin û ji ber grevên karkeran, li 34 herêmên Fransa pirsgirêka peydenekirina sotemeniyê derketiye holê.
Hikûmeta Fransayê di çarçoveya reformê de dixwaze, hêdî hêdî temenê xanenişîniyê bibe 64 sal û parlamenterên her du partiyên rast û çep ên Parlamento û Senatoyê xwe amade dikin ku vê yasaya nakok ji Dadgeha Destûra Bingehîn re ragihînin.
Li gorî hiqûqnasên fransî, Dadgeha Destûra Bingehîn dikare hin xalên yasayê betal bike.