Putin: Em ê leskerên Ukraynayê bi pas ve bidin!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ku bi Serokê Komara Gel a Donetskê ya ku piştî derketina ji Ukraynayê bi fermî tevlî Rusyayê bû, Denis Puşilin re civiya. Putin diyar kir ku ew ê hêzên Ukraynayê paşve bidin heta xaleke ku nikaribin êrîşî leşkerên Rusyayê bikin.
Vladimir Putin, bi daxuyaniya xwe ya ku ligel Puşilin li Kremlînê da, amaje bi hikûmeta Ukraynayê kir û wiha got:
“Mixabin rejîmeke me heye ku ne tenê li hember hemwelatiyên me, li hember gelê xwe jî gelek zalim e.
Tiştê ku divê em bikin ev e ku em wan paşde vegerînin devereke ku dê ji bo me ewle be û ku ew nikaribin zirarê bidin me. Em ê vê yekê bikin.”
Her wiha rêberê Rus diyar kir ku divê hêzên Rusyayê rê li ber êrîşên artêşa Ukraynayê bigirin da ku xwe negihînin DHCyê.