Cîhan
Pûtîn: Heger em faîzê zêde nekin, em ê jî bibin wek Tirkiyê!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevdîtina salane ya ligel rojnamevanan de, bersiv da pirseke derbarê polîtîkaya Banka Navendî ya Rûsyayê û bal kişand ser rewşa aboriya Tirkiyê.
Pûtîn got: "Heger Banka Navendî polîtîkaya xwe ya diravan tund bike ango faîzê zêde neke, wê demê wê rewşa Rûsyayê jî bibe wekî ya Tirkiyê.”
Pûtîn berevajî rewşa Tirkiyê ku Serokomar destwerdana Banka Navendî dike û her serê çend mehan serokê wê diguherîne got, "Ez destwerdanê li çawaniya xebata Banka Navendî nakim. Dibe Banka Navendî bê rexnekirin, lê ez vê nakim.”