TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn û Macron 90 xulekan axivîn: ‘Em ê bigihin armancên xwe’

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2022 22:32

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Adarê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn, beriya destpêkirina muzakereyên şandên Ûkrayna-Rûsya pêwendiyeke telefonî ya saetek û nîvê dewam kiriye pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Pûtîn di hevdîtinê de ji Macron re gotiye, heta ku ew li Ûkraynayê bigihin armanca xwe ango bêçekirin û bêalîkirina Ûkraynayê ew ê şer bidomînin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Pûtîn gotinên rojek berê yên Macron ku dibêje, ‘berpirsê destpêkirina şer Pûtîn e’ qebûl nekiriye.

Kremlînê diyar kiriye ku Pûtîn ji Macron re gotiye, heger hewldanên paşxistina muzakereyan çêbibin, dê ev yek tenê bi zêdekirina daxwazên Rûsyayê were encamdan.

Parve bike: