Putin: Ukrayna, sînoran binpê dike!
PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi rêya daxuyaniyekê di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de axivî. Putin cara yekem diyar kir ku Ukrayna sînorên wan binpê dike.
Vladimir Putin, di daxuyaniya xwe de cara yekem Ukraynayê bi binpêkirina sînor tawanbar kir û ragihand ku komeke sabotajê ya Ukraynayê, sînorê Rusyayê derbas kiriye û li gundekî sivîl gulebaran kiriye.
Hat diyarkirin ku tevî ku salek e şer berdewam dike, cara yekemîn e ku Rusya Ukraynayê bi vê yekê tawanbar dike û tawanbariyên berê yên Rusyayê yên li dijî Ukraynayê, êrîşên moşekî û hewayî bûne.
Parêzgarê herêma Bryanskê jî li ser mijarê got ku "Sabotatorên Ukraynayê ketin gundê Lyubechane yê sînor û gule berdan maşîneke sivîl. Di encamê de 2 kes mirin û zarokek 10 salî jî birîndar bû."
Her wiha Kievê îdiayên Rusyayê red kirin û ev îdia ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehat piştrastkirin.
Servîsa Ewlekariya Federal a Rusyayê (FSB) ragihand ku hêzên ewlehiyê bi "netewperestên Ukraynayê" yên ku sînor derbas kirine re ketine pevçûnê û ji ber wan gel dîl girtine, hêzên Rus neçar mane paşve vekişin.
FSB ragihand ku hêzên Ukraynayê, li peyî xwe teqemenî hiştine û piştre paşve çûne.