TR KU SO
FB X
Cîhan

Qalîbaf gef li Amerîkayê xwar: Êrîş tenê destpêk bû

Admin H
Nivîskar
📅 06 îlon 2026 17:55

PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê û Serokê Heyeta Danûstankar Muhammed Bakir Qalîbaf hişyarî da û got, her êrîşeke nû ya Amerîkayê dê bibe xwedan encamên "zûtir, giranir û bi êştir".

Qalîbaf anî ziman ku serdema bersivên "bidestûr" êdî girtî ye û got: "Operasyonên me yên dawî yên li dijî bingehên êrîşkaran tenê destpêk bûn.

Heke hîn jî fêm nekirine, bila berî ku pir dereng bibe bizanin ku qaîdeyên lîstikê guherîne."

Qalîbaf her wiha destnîşan kir ku ew ê li dijî Amerîkayê ne tenê di qadên leşkerî û dîplomatîk de, di têkoşîna aborî de jî serketî bin.

Parve bike: