TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê ji bo êrîşî cîranan bike gef li Amerîkayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2026 17:04

PeyamaKurd - Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku tevgera balafirên şer ên Îsraîlê ya li esmanê welatên cîran, karekî xeter û gefeke rasterast e li ser ewlehiya Tehranê.

Baregehê hişyariyeke tund da Washingtonê û diyar kir ku eger Amerîka rê li Tel Avîvê negire, Îran li beramberî ti gefan bêdeng namîne.

Baregeha Xatemul Enbiyayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: "Eger Amerîka nikaribe rê li Îsraîlê bigire û wê kontrol bike, wê demê Îran li beramberî tu gefên ku li ser wê tên kirin bêdeng nabe û çavê xwe li ser gavan nagire."

Heriha hate diyarkirin ku mafê rewa yê Îranê heye ku bersiva van pêngavên xeter bide ku ewlehiya herêmê dixin nav xetereyê.

Parve bike: