Qasim Silêmanî pistgirîya Zerîf kir
PeyamaKurd - Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, anî ziman ku di serî de Rêberê Şoreşê Elî Hamneyî, rayedarên asta bilind ên dewletê piştevaniya Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dikin.
Silêmanî derbarê daxuyaniya îstifayê ya Zerîf a ku li ser malpera “sepahnews”ê ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê de hat weşandin de wiha got, “Cenabê Zerîf berpirsê polîtikaya derveyî ya Îranê ye. Rayedarên astabilind ên dewletê di serî de Rêberê Şoreşê Hamneyî, di seranserê wezîfeya wî ya Wezareta Karê Derve de piştevaniya Zerîf kirine.”
Fermandar Silêmanî destnîşan kir ku Zerîf di warê parastina berjewendiyên neteweyî de û herwiha têkoşîna dijî neyaran de gavên pêwîst avêtine.
Silêmanî tekezî li wê yekê kir ku sedema cihnegirtina Zerîf di hevdîtinên ku Serokê Rejima Sûriyeyê Beşşar Esed li Tehranê li dar xistin de, kêmasiya kordînasyona Ofîsa Serokomariyê ye û wiha pê de çû, “Ev delîl nîşan didin ku cihnegirtina Cenabê Zerîf di hevdîtinan de, bi qesdî nebûye. Pêdivê ez pesend bikim ji ber ku ew berpirsyarê karê derve yê Îranê ye, rayedarê sereke yê polîtikaya derveyî yê welat ew bi xwe ye.”