TR KU SO
FB X
Cîhan

Qatar Airways: Geştên bo Kuveyt, Behrên û Hewlêrê hatin rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2026 17:10

PeyamaKurd - Şîrketa firokevaniyê ya naskirî Qatar Airwaysê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan hemû geştên xwe yên ber bi balafirgehên navneteweyî yên Kuveyt, Behrên û Hewlêrê ve heta 31ê Tîrmehê rawestandine.

Di agahdariya malpera şîrketê de hat destnîşankirin ku ji bo agahiyên nû û geşedanên dawî, divê rêwî rûpelên wan bi berdewamî bişopînin.

Ev gav di çarçoveya kêmkirina metirsiyên geştê de hat tomarkirin daku rê li ber zehmetî û astengiyên nediyar ên li herêmê bê girtin.

Li aliyê din, Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku êrîşên bi dronan ên berbangê bandoreke neyînî li ser trafîka hewayî nekirine û geştên balafiran bi awayekî asayî berdewam dikin.

Tê nirxandin ku ev sekinandina geştan ji aliyê şîrketên navneteweyî ve girêdayî zêdebûna aloziyên leşkerî yên li derdora Tengava Hurmizê û herêma Kendavê ye, lê rayedarên herêmî dixwazin tevdîran xurt bikin daku nekevin bin dorpêça çûnûhatinê.

Parve bike: