TR KU SO
FB X
Cîhan

Qeter: Îsraîl nikare Hemasê bi hêsanî tune bike

Admin H
Nivîskar
📅 27 mijdar 2023 22:55

PeyamaKurd - Navbeynkarê agirbesta Hemas û Îsraîlê, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karê Derve Muhemmed bin Ebdurrahman el Sanî ji rojnameya Alman Frankfurter Allgemeine Zeitung re axivî.

Serokwezîrê Qeterê, da zanîn ku armanca Îsraîlê ya îmhakirina Hemasê hema bêje ne mimkun e û got: “Hemas bi hêsanî nayê tunekirin.”

El Sanî diyar kir, “Em razî bin jî nebin jî Hemas beşeke civaka li Xezze û Şerîeya Rojava ye.”

Herwiha El Sanî got ku Qeterê ji bo aştî û îstiqrarê li herêmê misoger bike, bi Hemasê re têkilî danîye.

Parve bike: