Cîhan
Qeysî: Bêguman qurbaniyên bûyerên trafîkê ji hejmara qurbaniyên terorê bêhtir e
PeyamaKurd – Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Trafîka Giştî ya Iraqê Ziyad El Qeysî di derbarê hejmara qurbaniyên bûyerên trafîkê de eşkere kir û got: “Ji qurbaniyên terorê zêdetir e.”
Li gor Ziyad El Qeysî da zanîn: “Bêguman qurbaniyên bûyerên trafîkê ji hejmara qurbaniyên terorê bêhtir e û erkê Wezareta Tendirustiyê ye ku hejmaran ragihîne.”
El Qeysî destnîşan kir, sedemên rûdana bûyerên trafîkê, çend sedem li xwe digrin, ji wan; pabendnebûna şofêrên barhilgir bi rênimayên trafîkê, ji bilî wê, divê bi giştî şofêr pabendî leza diyarkirî bin.
Herwiha diyar kir, civînên ligel aliyên pêwendîdar ji bo kêmkirina bûyerên trafîkê berdewam in, ji bo vê mebestê Serokwezîrê Iraqê biryar daye hemû rêyên sereke werin qîrkirin.