TR KU SO
FB X
Cîhan

Qral Charles protesto kirin: Em çima ji bo te 100 mîlyon Pound didin?

Admin M
Nivîskar
📅 17 îlon 2022 23:42

PeyamaKurd – Piştî mirina qralîçe Elizabeth2, li Îngîltere li hemberê qraliyetê hinek protesto hatin kirin. Do, qral Charles seredana payîtexta Gallerê Cardiffê kir û ji nav xelkê kesekî qêriya:

“Mukellefê bacê ji bo te sed mîyon Pound dide, çima?”

Li ser bûyerê qral Charles xwe ciyê bûyerê dûr kir û parastvanê wî ket navbera wan û pêşiya hemwelatiyê ku pirsê kir, girt.

Ragihandina qraliya Charles 3. Roja 10 ê êlûnê li payîtext Londrayê li qesra St.James bi merasimeka fermî hatibû kirin.

Parve bike: