Qralê Norweçê Harald ê 5an jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Koşka qraliyeta Norweçê ragihand ku qralê Norweçê Harald ê 5 em jiyana xwe ji dest daye.
Di daxwuyaniya qraliyetê de hat gotin ku roja Înê an ku di 28ê Tebaxa 2026an de, serê siba seet di 06.35an de, qral li nexweşxana zankoya Oslo de, di 89 saliya xwe de koça dawiyê kiriye. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Em bi xemgînî radigihînin ku majeste qral Harald îro wefat kiriye. Qral Harald, di 28ê Tebaxê de, roja Înê seet di 06.35an de li nexweşxana zankoya Osloyê di nav hûzûrê de jiyana xwe ji dest daye.”
Harald li Ewrûpa qralê herî bi temen bû û di 17ê Tebaxê de biribûn nexweşxanê û di xwîna wî de enfeksiyona bakteriyel tesbît kiribûn.
Hat ragihandin ku kurê wî welîahd Haakon (53) raste rast ketiye ser text û bûye qral. Ala li Qesra Qraliyeta Norweçê daxistin nîvî. Qral Harald ji sala 1991an heya li ser textê qraliyeta Norweçê bû.